1. Hemû Nûçe

  2. NÛÇE

  3. Gotin "Ma çi bi zimanê me hatiye!"
Gotin "Ma çi bi zimanê me hatiye!",gotin,"ma,çi,bi,zimanê,me,hatiye,"

Gotin "Ma çi bi zimanê me hatiye!"

A+ A-

Panela Roja Zimanê Dayikê di 19'ê sibatê de ji aliyê Şaxa Amedê ya Weqfa İsmail Beşikçi û Pirtûka Kurdî ve hate lidarxistin. Panel li hêwana Odeya Mihasiban hate lidarxistin.

Dr. Behrûz Şucaî, mamosteyê zimanê kurdî Bahoz Baran, nivîskar û derhêner Muhamed Gözütok wekî axaftvan beşdar bûn. Moderatoriya panelê ji aliyê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Kurdistanê Ahmed Kanî ve hate kirin.

Dr. Behrûz Şucaî di axaftina bal kişand ser girîngiya perwerdeyê di werara zimanî de. Şucaî got ku zimanek di perwerdeyê de tune be, ew ziman bi pêş nakeve û di cihê xwe de kêm dibîne.

Mamosteyê zimanê kurdî Bahoz Baran jî der barê baldariya li ser girîngiya ziman axivî û gelek tiştên balkêş anî ziman. Baran got ku bîreweriya ziman a di serê gelê kurd de jî cihê şikê ye û got "gelo gelê kurd çi qasî dixwaze zimanê xwe bide jiyandin, an jî bike zimanê perwerdeyê" û got "li navçeya Rezan a Amedê me çalakiyek kir, me ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê îmze berhev dikir. Kesên ku em bi wan re diaxivîn, dema digotin mijar çi ye û me ji wan re digot em ji bo zimanê xwe îmzeyan berhev dikin, digotin 'ma bi zimanê me hatiye?'. Dema me rewş ji wan re aşkere dikir jî, hinekan digotin 'oooo!' û diçûn."

Baran anî ziman ku bîreweriya ziman a di mejiyê gel de jî pir qels e û sedema kêmiya çalakî û daxwazên der barê mijarê de jî ji ber vê kêm û têrnekir e.

VÎDEO:

Ji bo temaşekirina panelê li lînka jêrîn bitikînin

Panela Zimanê Dayikê